Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şêwekarê modayê Barbaroş Şansalî gotiye ku ji ber ewlehiya jiyanê û azadiya xweîfadekirinê wî bernameya xwe ya stand-upê ya li Îzmîrê betal kiriye.
Şansalî ev agahî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û belav kiriye.
19 Eylül , Çarşamba İzmir Suat Taşer sahnesindeki gösterimi T.C. de can güvenliğim ve ifade özgürlüğüm kalmadığına olan inancım nedeni ile iptal ediyorum. Umarım birgün Özgür ve demokratik bir ortamda .... özürümün kabulü dileği ile ... pic.twitter.com/51kSnD9gik
— Barbaros Şansal (@barbarosansalfn) 6 Eylül 2018
Zimandirêjî lê kiribûn
Şansal çend roj berê dema li kafeyeke li Qibrisa Bakur rûniştibu rastî Burak Büsküvütçü Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Neteweperest (MDP) û kesekî bi wî re zimandirêjî lê kiribûn û dev avêtibûne.
Şansal li hemberî vê rewşê bêdeng mabû u gotibû ku ew ê giliyê vê êrîşê bike.
Êrîşî wî kiribûn û ew girtibûn
Barbaros Şansal, piştî êrîşa li Reînayê ji ber parvekirinên di medyaya civakî de yên li ser êrîşê hatibû girtin.
Şansal bi sûcê “ji bo kîn û dijminiyê tehrîkkirina gelî” dihat sûcdarkirin.
Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”
Piştî vê, Barbaros Şansal li Bakurê Qibrisê bû hatibû dersînorkirin. 2yê Kanûna Paşiyê ya 2017ê dema li Balafirgeha Ataturkê peya dibû girseyekê hewl da ku wî lînc bike.
3yê Kanûna Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê.
Dadgeha Stenbolê ya Cezayên giran a 5. 2yê Adara 2017ê biryara serbestberdana wî dabû. (EKN/FD)