Baran Bozyel wê li Stenbolê konserekê bide
Bozyel wê stranên bi kurdî û yên bi tirkî yên ji albûmên xwe bistirê.

Baran Bozyel wê li Stenbolê konserekê bide. Konsera Bozyelê li Şîşliyê wê 7ê Gulanê li Navenda Çandê ya Bajarê ya Cemîl Candaşî pêk bê.
Bozyel wê di konserê de ji albûmên xwe yên kevn û nû stranên bi kurdî û tirkî bistirê. Di nava van stranan de hinek jê besteyên Bozyelê ne û hinek jî herêma Karakoçan û Botanê hatine berhevkirin.
Konser wê saet 20.00ê destpê bike.
Baran Bozyelê di Adara 2019ê de albuma xwe ya bi navê "Çûka Reş" derxistibû. Di albûmê de 8 stran hene. Her weha di dema şewba Covid-19ê de Bozyelê çend single derxistibû. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.