Bankaya Navendî dest bi daxistina faîzan kir
Bankaya Navendî piştî 22 mehan cara ewil faîz kêm kir. Rêjeya faîza polîtîkayê 250 pûan kêm kir û her weha ji sedî 50î daxist 47,50an.

Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê îro piştî 22 mehan biryara kêmkirina faîzê da.
Lijneya Polîtîkaya Pereyan(PPK) ya Bankaya Navendî îro civînek li dar xist. Lijneyê di divînê de biryara daxistina faîzê da.
Di çarçoveya biryarê de rêjeya faîzê 250 pûanî kêm kir û ji sedî 50î daxist ji sedî 47,5an.
Piştî eşkere kirina mûçeya herî kêm ku wek 22 hezar û 104 Lîreyên Tirk hatibû diyarkirin, aborînasan pêşbîniya daxistina rêjeya faîzê kiribûn.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.