Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bankaya Cîhanê rapora nirxandina zerarê eşkere kiriye. Di raporê de hatiye pêşbînîkirin ku erdhejên di 6ê Sibatê de pêk hatiye li Tirkiyeyê bûye sedema 34,2 mîlyar dolar(nêzîkî 650 mîlyar TL) zirarî.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku wê zerara erdhejê ligel erdhejên piçûk û rawestandina bazirganiyê zêdetir bibe. Li gor raporê milyonek û 250 hezar kes bê mal mane, ku avahiyên wan hilweşiyane yan zerareke zêde dîtine.
Li gor raporê %81ê zerarê li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî.
%53ê zerarê ji ber avahiyên sivîl ên hilweşiyayî, ku dike 18 milyar dolar, %28 ji ber avahiyên hikumî yên hilweşiyayî, ku dike 9.7 milyar dolar û %19 ji ber rê, pir, ban, av û elektrîkê ku dike 6.4 milyar dolar çêbûye.
(AO/AY)