Bangewaziya karîkaturîstên cîhanê: Bila Mûsa Kart serbest were berdan
CRNIyê ji bo Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Cumhuriyetê û karukaturîst Mûsa Kart ku 32 roj in girtî ye bang li hukimeta Tirkiyeyê kir ku ew demildest serbest were berdan.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Tora Navneteweyiya Karîkaturêstên Cîhanê (CRNI), Tevgera Karîkaturîstan û Karîkaturîstên Aştîxwaz bi daxuyaniyeke hevpar da û diyar kir ku Serokomar Erdogan li dijî Mûsa Kart di 2005 û 2014an de doz vekiriye û niha jî îhtîmala darvekirina Mûsa Kart heye.
Li gorî nûçeya Cumhuriyetê di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serokomarek demek dirê dirêj yekî ji xwe re kiriye dijmin û niha jî em dibin şahidê hewldana tolhildanê” û pirsek wiha anîn ziman: “Gelo karîkaturên rexnegir ji kîngê ve û bi çi awayî bûne sûcê terorê?”
Di daxuyaniyê de bangewazî li hemû rêveberiyên neteweyên demokratîk hat kirin ku bertek nîşanî hukimeta Tirkiyeyê bikin û xebatkarên Cumhuriyetê serbest werin berdan.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.