Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Balyozê Hollandayê yê Balyozxaneya Stenbolê, Robert Schuddeboom li ser îdiayên dîyar dikin karmendên balyozxaneyê ala aniye xwarê got ew gotinên beredayî ne.
Robert Schuddeboomî eşkere kir ku wan ji ber bûyera aladanînê gilîname daye Wezareta Karên Derve [ya Tirkiyeyê.]
Li gor nûçeya Duygu Gûvençê ya li rojnameya Cumhuriyetê, balyozî gotiye kesek çûye ser banê konsolxaneyê, gotiye AllahûEkber û alaya Hollandayê aniye xwarê.
“Encam çi be ferq nake. Ev sûcek e. Ev êrîşeka li ser axa Balyozxaneya Hollandayê ye.”
Balyozî got heta derengê şevê jî xwenîşandan li ber deriyê balyozxaneyê dom kirine, heta 4.30ê şevê jî ew hişyar bûye.
Robert Schuddeboomî eşkere kir ku di siet 9.30ê de haya wî jê çêbûye ku ala hatiye danîn. Wî got dema ew derketî wî li hewşa balyozxaneyê ji 20an zêdetir kevir dîtine.(EKN/MB)