Fotograf: AA
Ajansa nûçeyan ya Mehr ya Îranê dîyar kir ku balyozê Brîtanya li Tehranê beşdarî ‘’çalakîyên provokatîf’’ bûye.
Macaire piştî hat berdan ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew beşdarî ti xwepêşandanan nebûye lê çûye merasîma bîranînê ya bo qurbanîyên firoka Ukrayna ya ji alîyê Îranê ve hatibû xistin.
‘’Hin qurbanî ji Brîtanya bûn. Piştî pênc deqîqeyan hin kesan slogan gotin û ez ji wir derketim’’
Wî da zanîn ku desteserkirina dîplomatan li hemî dewletan qedexe ye.
Hikûmeta Brîtanya ser desteserkirina Macaireyî da zanîn ku ew bûyer ‘’bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.’’
Yek ji parlamanterên Îranê Aladîn Borucerdî jî got ku balyozê Brîtanya beşdarî protestoyên ser karên wan yên navxweyî bûye û divê ji welatê wan were derxistin.
(MB)
*Çavkanî: dengeamerika