Balafirên şer ên Tirkiyeyê li Dihokê wesayitek kirine armanc: Welatiyek kuştine
Balafirên Tirkiyeyê li Gundê Çemankê yê Dihokê wesayiteke sivîlan kiriye armanc. Di encamê de sivîlek miriye sivîlek jî birîndar bûye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh saet li derdora 17.00ê êvarê de balafirên şer ên Tirkiyeyê li Dihokê, li nêzîkî Gundê Çemankê welatiyeke sivîl kirine armanc.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Herêma Kurdistanê de hatine weşandin, welatiyekî di wesayitê de can daye. Navê welatiyî Alan Îsmaîl e. Welatiyê bi navê Haşim Şakir jî birîndar bûye.
Herdu welatî jî ji Gundê Xaletanê ne.
Cenazeyê Îsmaîlê birine morga nexweşxaneya li Dihokê. Şakîr jî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.
Xizmekî Îsmaîlî ji çapemeniyê re diyar kiriye ku cihê hatiye bombekirin, ne li herêma qedexe ye û ciwan ji bo çandiniyê çûne gund.
Tirkiyeyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye. (NT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.