Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Newroz li Stenbol, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Cizîr, Mêrdîn, Qoser, Semsûr, Gever, Agirî û Mûşê hat pîrozkirin.
Di şahiyan de dirûşma “bêguman em ê qezenc bikin” hat gotin.
Li bajarê Amedê polîsan kesekê kêr di destan de kuşt. Ji bilî vê bûyerê ti bûyerên nexweş çênebûn û şahî didome.
Li gor nûçeya Dihaberê polîsan kaxezên li ser NA nivîsîn kom kirine.
Stenbol
Video: Tansu Pişkin /Stenbol/bia
Li Meydana Kartalê Newroz tê pîrozkirin. Polîsan rê girt û şeş kes desteser kirine.
Li Mêrsînê di destpêkê de destûra pîrozkirinê nehatiye dayin û paşê bi destûrê şahiyan dest pê kiriye.
Amed
Nêzîkî 200 hezar kesan li Meydana Newrozê kom bûne û hatina Newrozê pîroz dikin.
Mêrsîn
Şeva dî ji bo pîrozkirina Newrozê destûr nehatibû dayin. Îro bi dayina destûrê li Meydana Tirmililê şahiya Newrozê dest pê kiriye.
Cizîr
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan dora meydana ku şahî lê heye girtiye. Li taxa Konakê Newroz tê pîrozkirin.
Mêrdîn - Qoser
Qada Newrozê bi bariyer û wesayitên zirxî hatiye dorpêçkirin. Qad herwiha bir alên HDPê ve hatiye xemilandin û nivîsên “Newroz pîroz be” hatine daliqandin. Dîsa wêneyên parlamenterên HDPê yên girtî li hin deverên qadê hatine bilindkirin.
Dîlok
Newroza Dîlokê li navçeya Şehit Kamil li Qada Otobusên Turê saet 11.00ê destpê kir. Polîs li ser kesên ku dikevin qadê digere. Polîsan kesên ku dixwestin bi pankarta ‘Newroz Pîroz Be’ bikevin qadê bi hinceta lêgerîna li ser wan, ew asteng kir û ji jinan daxwaz kirin ku rengên kesk, sor û zer ji ser xwe bikin.
Semsûr
Li Adiyamanê li qada Newrozê ya li Xaçerêya Mizgefta Gurbuzcan a li derdora Rêya Yekemînê pîrozbahî tê lidarxistin. Polîs li ser kesên ku dixwazin bikevin qadê diğerin. Polîsan bi hinceta lêgerîna ewlekariyê destûr nedan ku pankartên bi nivîsên ‘Em ê tekez biser kevin’, ‘Newroz Pîroz Be’ û ‘An azadî an azadî’ li qadê bên daliqandin.
Colemêrg
Pîrozbahî li Qada Şaredariyê lidar dikeve. Li vir kesên beşdarî pîrozbahiyan dibin li gel klaman govend girtin. Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknaz Uca û yê Wanê Lezgin Botan beşdarî pîrozbahiyan dibin.
Gever
Di sala 2016an de bi hinceta ku ‘qedexeya derketina derve heye’ li navçeya Gever a Colemergê pîrozbahî nehatibûn kirin. Lê îsal di saetên sibê de ligel hemû astengiyan ji gund û taxan bi hezaran kes, gihiştin qada Yenistadyumê ya ku wê pîrozbahî lê bê lidarketin.
Agirî
Ciyê pîrozbahiya li Agiriyê Otaparka vekirî ya Şaredariyê ye. Gel bi otobusên belaş ên ji ber rêxistinên navçeyan ên HDPê û DBPê hatin qada pîrozbahiyê. Parlamenterên HDPê yên Agiriyê Dirayet Taşdemir, Berdan Ozturk û parlamentere Îdirê Mehmed Emin Adiyaman li gel hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin beşdarî pîrozbahiyê dibin.
Mûş
Pîrozbahî li Qada Stasyonê pêk tê. Walîtiyê duh biryar girtibû ku pankartên ‘Em ê tekez biser kevin’ bên qedexekirin. Ji ber vê destûra van pankartan nehate dayin. Lê ji bo pankarta ‘NA’ a HDPê destûr hate dayin. (HK/MB/FD)