Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li koma partiya xwe ya li Meclîsê axiviye.
Bahçeliyî di beşeke mezin a axavtina xwe de behsa Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye.
Bahçeliyî HDP kiriye hedef û wiha axiviye: “Ezmûneke mezin li pêş me heye. Pêvajo wê ruyê herkesî derxe holê. Wê diyar bibe bê kî helwesteke çawa nîşan dide, ka kî bi kê re ye. MHP bê lê û loyan wê ji bo rakirina parêzbendiyan bibêje ‘erê’. Heta dawiyê wê girtina HDPyê biparêze.”
"Divê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind lêpirsînê bike"
Bahçeliyî her weha diyar kiriye ku ew li bendê ne ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind lêpirsîna HDPyê bike û wiha dewam kiriye:
“Heke Dadgeha Destûra Bingehîn bi delîl û dokumanan ispat bike ku HDP navenda çalakiyên terorê ye, ji xwe di alternatîfeke din nîne, wê gavê wê ne mimkin be ku êdî em behsa partiyeke bi navê HDPyê, behsa endam û rêveberên wê yên bûne sedema girtinê, bikin. Heke Tirkiye dewleteke hiqûqê be bilez û bez, şert e û jiyanî ye ku HDP were girtin.
“Ka bila bersivekê bidin, dema girtina HDPyê bibe mijar wê helwest û sekna CHP û Partiya IYIyê çi be? Ew kesên dibêjin ‘agir bi malê ketiye’ gelo wê kengî agirê li welêt bibînin? Ezmûneke gelekî mezin li pêş me ye. Wê diyar bibe bê kî helwesteke çawa nîşan dide.” (DŞ/FD)