Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Partiya Nijadperest a Gelî(MHP), Devlet Bahçelîyî bersiva pirsên rojnamegeran a li ser Makeqanûna nû da.
Bahçelîyî eşkere kir ku heke şerê li parlamennê bi vî awayî dom bike çêdibe ku li dema referandûmê ev tevlihevî li civatê belav bibe.
Hin beşên axiftina Bahçelîyî ev in:
“Aramî divê çêbibe”
“Divê rewşa nearam bê guhertin û rewşa aram çêbibe. Divê gotinên kêmkirin û şikandinê neyên gotin.
“Welê dixweyî ku referandûm dê bê kirin. deng di navbera 330 û 340 ê de ne û welê didome. Ez texmîn nakim ku hejmara dengan ji nişkê ve bikeve an jî bilind bibe.
“Heke li parlamenê dengên pêwîst neyê standin. Parlamen sekiniye û rêyeka dî dê bê dîtin û gel dê dengî ji bo vê yekê bide.
“Em û Ahmet Tûrk diçin destên hev”
“Duhî Sirri Sûreyya Onderî behsa rewşa saxlemiya Ahmet Tûrkî ji min re kir.
Ahmet Tûrk ew kes e ku dema em hatin parlamenê hat destê me. Ahmet Tûrkê 74 salî heke gelek nexweş be divê firsetek bê dayin ku ew li derveyî girtîgehê bê dermankirin û dadkirin.”(EKN/MB)