Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) / Ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de, daxwaza hilbijartina pêşwext kir û got: “Sîstema Serokomariyê hîna bi her awayî neketiye meriyetê. Zehmet e ku Tirkiye heta 3yê Çiriya Paşiyê ya 2019ê li ber xwe bide. Her kêliya ku derbas dibe zehmetir dibe gihiştine 3yê Çiriya Paşiyê ya 2019ê. Ne mimkun e ku di nava van şert û mercan de Tirkiye ji bo hilbijartinê li bendeyî 3yê Çiriya Paşiyê ya 2019ê bimîne. Divê 26ê Tebaxê hilbijartin çêbibin”.
Li ser vê daxuyaniya Bahçeliyî Bekîr Bozdag, Alîkarê Serokomar û Berdevkê Hikûmetê wiha axivî: “Di lijneyên me yên peywendîdar de wê bê nirxandin. Piştî wê dê daxuyanî bê dayin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gulî ve jî bi heman awayî got ku “Wê di lijneyên me yên peywendîdar de bê nirxandin”.
Erdogan û Bahçelî wê sibê bicivin
Piştî civîna koma AKPyê ya li Parlamentoyê, Recep Tayyîp Erdogan Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê pirsên rojnamegeran ên derbarê daxuyaniyên Bahçeliyî de bersivand. Erdoganî got “Niha wê nirxandineke min nebe. Lê sibê ez ê bi Bahçeliyî re bicivim”. (PT/FD)