Aysel Işık serbest e
Aysel Işıka nûçegihana JINHAyê ji Çiriya Paşiyê ve di girtîgehê de bû. Dadgeha Şirnexê duhî biryara serbestberdana wê da.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Aysel Işıka nûçegihana JINHAyê ji Çiriya Paşiyê ve di girtîgehê de bû.
Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Şirnexê duhî biryara serbestberdana Işikê da.
Li gor nûçeya Dihaberê Işik ji Girtîgeha Cûreyê Tyê ya Rûhayê bi SEGBISê(Sîstema Peywendîdana bi Deng û Dîmenan) beşdarî rûniştina dadkirina xwe bûye.
Dîwana dadkirinê gilîname xwendiye.
Işikê ji bo gilîyan gotiye: “ Ez rojnameger im, ew tiştên hûn dibêjin û parvekirinên min beşek ji karê rojnamegeriyê ye.”
Işik di 14ê Adara 2016ê de di dema çêkirina nûçeyekê de hatibû desteserkirin.
JINHA bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin. (TP/YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.