Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Aysel Dogana ku li dijî her cure amûrên tûndkariyê yên sîstemê têdikoşiya û li girtîgeha ku bi salan lê dihat girtin bi nexweşiya penceşêrê ketibû. Dogan duh (11 Gulan 2022, Çarşem) li Elmanyayê ku li wir derman dibû, miriye.
Endama 2emîn Koma Aştiyê Aysel Dogan ku di sala 1999an de li ser banga Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê. Di sala 2011an de di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibû girtin û di 7ê Gulana 2015an de jî ji ber nexweşîna wê giran bûbû bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû berdan. Duh li Almanyayê li nexweşxaneya ku lê derman dibû koça dawî kiriye
Derbarê Aysel Doganê de
Aysel Dogan, di sala 1953an de li Dêrsimê ji dayik bûye. Ji ciwaniya xwe ve ji bo naskirina nasnameya kurdî di nava rêxistinên girseyî de cih girtiye. Piştî ku li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê Beşa Hînkirina Bedenê kuta kiriye, mamostetiya lîseyê kiriye. Di derbeya leşkerî ya 1980î û salên pişt re de gelek caran hatiye binçavkirin û bi îşkenceyê re rû bi rû maye. Bi salan di girtîgehê de maye.
Di Hilbijartina Giştî ya 20ê Cotmeha 1991ê de ku wê çaxê şerê li Kurdistanê giran bûbû, ji bajarê xwe Dêrsimê bi awayekî serbixwe namzetiya xwe ya parlementeriyê daniye. Çendî li herêmê namzeta herî zêde deng girtibû jî, lê ji ber qanûna hilbijartinan a dijdemokratîk dengên wê nehatine hesibandin û rê li ber parlementeriya wê hatiye girtin.
Aysel, ji ber çalakiyên xwe yên li Dêrsimê di demeke kurt de bûye hedefa JÎTEMê. Dema gefên kuştinê lê hatine xwarin, bi awayekî neqanûnî çûye derve. Li Almanyayê daxwaza penaberiyê kiriye û piştî demekê daxwaza wê hatiye qebûlkirin. Di jiyana xwe ya li Almanyayê de beşdarî têkoşîna azadiya gelê kurd bûye û di nava xebatên siyasî de cih girtiye.
(EMK/AY)