Ayşegul Doganê ji bo Sirri Sureyya Onder daxuyanî da

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê rewşa Alîkarê Serokê Meclîsê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder de daxuyanî da.
Êvara Sêşemê 15ê Nîsanê Onder ji ber pirsgirêkeke giran a dil rakirin beşa nexweşên giran a Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Stenbolê. Onder demildest emeliyat kirin û emeliyata wî bi qasî 12 saetan dom kir. Ji wê rojê ve metirsiya li ser jiyana Onder didome.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku divê ti kes baweriyê bi gotegotên tarî yên li derveyî daxuyaniyên bijîşkan ên derbarê Sirri Sureyya Onder neyîne.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser hesabê xwe yê Xê li ser rewşa Onder daxuyaniyek da. Doganê weha got:
"Rawestîna me ya bi hêvî ya ji bo heval û hogirê me yê xoşewîst Sirri Sureyya Onder berdewam dike. Baweriyê bi gotegotên tarî ên li derveyî daxuyaniyên dawî yên bijîşkan neyînin. Em di nobeta şîfayê de ne; bi dua, hêvî û xweziyên baş..."

Nexweşxane: Xetereya li ser jiyana Sirri Sureya Onder didome
(TY/AY)