Ayşe Barim di 24ê Kanûna Paşiyê de di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya ku "yek ji plangerên" xwepêşandanên Parka Geziyê ye hatibû destpêkirin de hat desteserkirin. Barim bi yekê tê tohmetbarkirin ku "alîkarî daye hewldana têkbirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê”. Ayşe Barima ku menajeriya hin lîstikvan û hunermendan dike, hat girtin.
Ayşe Barim yek ji menajerên navdar ên endustriya sînemaya Tirkiyeyê ye. Barimê di sala 2002an de şîrketa bi navê ID Îletîşîm ava kir û bi vê şîrketê nîşandan û xizmetên menajeriyê ji bo hunermendên sînemayê pêşkêş dike. Her weha, di qadên weke rêveberina medyaya civakî, şêwirmendiya çapemeniyê ya rêzefîlm û projeyên fîlman de jî dixebite.
Barim birin edliyeyê
Piştî bidawîbûna îfadeyên wê yên li emniyetê, Barim ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê û piştre jî birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ye.
Li gorî Ajansa Anadolûyê, lêpirsîna derbarê Barimê de di çarçoveya "alîkarî daye hewldana têkbirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê” hatiye birêvebirin.
Piştî ku li dozgeriyê îfadeya Barimê hat girtin, Cîgirê Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Can Tûncay û dozger Furkan Kafali bi daxwaza girtinê Barim şandin Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Nobedar. Dadweriyê bi heman tohmetan biryara girtina Barimê da.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de îfadeya lîstikvan Halît Ergenç, Berguzar Korel, Mehmet Gunsur, Ceyda Duvenci, Nejat İşler, Rıza Kocaoğlu û Nehîr Erdogan jî weke "şahid" hatibûn girtin.
(TY/AY)