Aykût Kuçukkaya, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Cûmhûriyetê ji kar derxistine

* Photo: Ali Kandaz / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikiîne
Aykut Kuçukkaya, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Cûmhûriyetê, ji kar hatiye derxistin.
Rêveberiya Cûmhûriyetê çend roj berê 8 rojnameger ji kar derxistibûn. Rojnamegeran li ber avahiya rojnameyê civîneke çapemeniyê li dar xistibû û biryara rêvebiriya rojnamey^´protesto kiribûn.
Aykut Kuçukkayayî jî piştgiriya van rojnamegeran kiribû û gotibû ku ew ji vê rewşê ne agahdar e.
Îro jî rêveberiya Cûmhûriyetê aşkere kiriye ku wan Kuçukkaya ji kar derxistiye.
Rêveberiyê Kuçukkaya kiriye Serşêwirmendê weşanê û koordînatorê weşanê Serkan Ozan jî kiriye Berpirsê Giştî yê Weşanê.
Cûmhûrîyetê di derbarê mijarê da daxûyanîyek daye û gotîye weqfê ev biryar daye. (HA/DD/FD)
* Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye