Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerê avusturyayî û aktivîst Max Zirngast hêjayî Xelata Piştevaniyê ya Karl Rennerî hatiye dîtin ku Zirngast nêzîkî mehek berê li Enqereyê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû desteserkirin û girtin. Xelat ji hêla Kluba Rojnamegerên avusturyayî, rêxistina hêrî mezin a rojnamegerên avûstûryayî ve tê dayîn.
Dr. Renner li Avusturyayê weke yek ji avakarên komara yekem û ya duyem e ku xelat li ser navê wî tê dayîn. Par jî heman xelat dabûn rojnameger Denîz Yucel û Meşale Tolûyê ku wê gavê li Tirkiyeyê girtî bûn.
Rêxistina bang kiriye ku Zirngastî demildest berdin diyar kiriye ku xelat wê 18ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) li Qesra Şaredariya Viyanayê bidin. Meşale Tolu wê xelatê bide.
Di vê navberê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta avusturyayî ji bo Zirngast serbest bimîne hewldanên xwe bi rengê “dîplomasiya bêdeng” berdewam dike. Ji bo vê mijarê di serî de bi Serokomar Erdoganî re bi rayedarên din re hevdîtin hatine kirin. Lê ji ber ku di demên dawiyê de têkiliya di navbera Avusturya û Tirkiyeyê de gelekî xirab in, nayê zanîn ku wê Tirkiye bi çi çavî li van hewldanan binêre. (GK/EKN/FD)