Wêne: Murat Bayram/bianet
Yekîtîya Weşangerên Tirkiyeyê xelata 2019ê ya weşangeran duhî daye Avestayê. Yekîtîyê eşkere kiriye ku "ji ber alîkarîya li azadîya fikir û xweîfadekirinê" Avestayê ev xelat standiye.
Ozan Sanatevi (wek mekana hûner û edebiyatê) û Barış Terkoğlu-Barış Pehlivan (wek nivîskar) jî xelata azadiya fikrî standiye.
Avesta weşanxaneyeka kurdan e ku ji sala 1995ê ve zêdetirî 600 kitêban weşandiye.
Di du salên dawiyê de 20 kitêbên Avestayê hatine qedexekirin. 9 ji wan kitêbên hatîn qedexekirin tezên doktorayê yên akademîsyenên Ewropî û Rûsî ne.
40 lêpirsîn û berxwedana berdewam
Ji bo 40 kitêban lêpirsîn li editorê Avestayê Abdullah Keskinî hatiye vekirin. Sala 2016ê depoya kitêban a weşanxaneyê ya li Sûra Amedê hatibû şewitandin.
Li ser şopa kultûrên winda
Dirûşma weşanxaneyê: “Li ser şopa kultûrên winda” ye. Piranîya berhemên ji soranîyê ji bo kurmancîyê hatîn guhertin ji Avestayê derketine. Herweha koleksîyoneka wê ya taybet a nivîskarên jin heye ku navê koleksîyonê “Şahmaran” e.
(MB)