Avahîya Zanîngeha Kobanîyê ya nû vebû. Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surîyeyê di sala 2018an de dest bi çêkirina avahiyê kiribû.
Rêveberîya Xweser sala 2018yan dest bi xebatên avakirina zanîngehê kiribû lêbelê wan piştî demekî navber dabû xebatên xwe.
Par, dîsa Rêveberîya Xweser bi projeyeka nû dest bi xebatên avakirina zaningehê dike.
Li gorî nûçeya Botan Newsê avahîya zanîngeha Kobanîyê duh bi amadebûna mamoste û berpirsên zanîngehê, bi şahîyeke mezin hat vekirin. Herwiha bi sedan şênîyên bajarê Kobanîyê û xwendekar beşdarî merasîma vekirina navenda nû ya Zanîngeha Kobanîyê bûn.
Avahîya nû ji 3 beşan pêk tê, 2 beş ji bo xwendekaran û beşek jî ji bo rêveberîyê ye.
Herwiha ji bo 400 xwendekarî pirtûkxane, laboratuar û cihê xwendinê hatin avakirin.
Zanîngeha Kobanîyê nêzîkî 3 hezar xwendekaran dihewîne û ew zanîngeh li bajarê Kobanîyê ye.(AY)