Fotograf: WWF-Tirkiye
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro Roja Avê ya Cîhanî ye. Av çavkaniya jiyanê ye li gerstêrka me, av nebe jiyan jî nabe.
Lê li Cîhanê 1.1 milyar mirov nikarin ava paqij bi dest bixin. Ji ber şert û mercên ne paqij ên ji ber nebûna avê, li Cîhanê, zarok di serî de her sal 2 milyon mirov dimirin.
Dibe ku heta sala 2025an ji sêyan duyê serjimara cîhanê bê av bimînin.
Rewşa li Tirkiyê
Li Tirkiyeyê hebûna avê li gorî tijîbûn an jî valabûna bendavan tê pîvan. Dema av di bendavan de hebe tê gotin ku wê pirsgirêk nebe. Lê ev ne nêrîneke rast e. Di 20 salên dawiyê de li Tirkiyeyê rêjeya avê ya serê her şexsekî salê ji sedî 18 kêm dibe û ji hezar û 700 metrekupî daketiye hezar û 400 metrekupî.
Li Tirkiyeyê li ser hev salê 54 milyar metrekup av tê xerckirin. Ji sedî 73yê wê ji bo avdana erd û zeviyan e, ji sedî 16 li malan tê xerckirin û ji sedî 11yê jê jî di pîşesaziyê de tê bikaranîn.
Jîngehparêzan bang li civatê û rayedaran kirine
Nûneriya Tirkiyeyê ya Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) bi sernavê “Tirkiye, xwedî li ava xwe derkeve” daxuyaniyek daye. WWFyê gotiye ku Tirkiye her diçe dibe welatekî hejar ê avê û di serdema guhertina îqlimê de divê di rêveberiya avê de helwesteke cida were nîşandan.
Yekîtiya Ekolojiyê jî gotiye ku “Av jiyan e, nabe ku were firotin” û bibîr xistiye ku hejmara kesên nikarin avê bi dest bixin hema hema gihîştiye 2 milyaran. (TP/FD)