Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA ji bo beşdariya Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan li bendê ye ku hûn serî lê bidin.
Rojnamegerên hîna kar dikin, rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşa rojnamegerî û radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêz û hemû kesên bi vê mijarê re eleqedar wê bikaribin serî lê bidin.
Bixwîne - AtolyeBIA wê Kargeha Medyaya Kurdî çêbike
Bername wê di navbera 10 û 12ê Gulana 2019ê çêbibe û sê rojan berdewam bike. Ji bo beşdariya atolyeyê hûnê bikaribin heta 26ê Nîsana 2019ê serî lê bidin. Tenê wê 15 kes bikaribin beşdarî atolyeyê bibin.
Di dema tolyeyê de wê behsa dîroka wênekêşiya ji bo nûçeyan, prensîbên bingehîn û hîmên etîk ên di dema çêkirina nûçeyên dîtbarî de, girîngiya konteksê û jêrenivîsê, qonaxên fotoroportajan, prensîbên hilbijartina mijaran û hin mijarên din bê kirin.
Di dema atolyeyê de wê beşdar nûçeyên xwe yên bi wêneyan amade bikin.
Ji bo forma serlêdanê bitikîne
Program wiha ye
Wênekêşê belgefilman û nûçeyan Ozcan Yurdalan wê dersan bide.
Form bi wan kesên ku serîlêdanên wan hatine qebûlkirin re bên par ve kirin ku di nava wan de lîsteya mijarên xwendinê û xebatên ji bo amadekirayê wê tê de hebe. Her weha hûn dikarin bi rêya vê lînkê pirtûkên bianetê bixwînin.
Hûn dikarin pirsên xwe bi rêya vê e-mailê bişînin: [email protected]
* Beşdariya atolyeyê bi pereyan e. Ji bo xwendekar û rojnamegerên bêkar 200 TL, ji bo kesên ku dixebitin 300 TL ye.
** Di dawiya atolyeyê de wê sertifîka li beşdaran bê belavkirin.
*** Ji bo kêm kesan wê bûrsa perwerdeyê û ya cihê mayînê û xwarinê bê dayîn.
Derbarê Atolye BIAyê de
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Di nava sala 2018ê de 7 kargehên cida bi beşdariya 101 kesan çêbû. Di sala 2019ê de jî wê ev atolye bên çêkirin.
Bernameyên Atolye BIAyê, li Stenbolê li wê avahiyê dê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe. (SO/FD)