Beşdarên atolyeyê(Wêne: Murat Bayram /bianet)
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê 2yê Îlonê Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan jî li AtolyeBIAyê pêk anî.
Ev atolye xeleka sêyem ya rêze-atolyeyên AtolyeBIAyê ye. AtolyeBIAyê 7-14ê Hezîranê “Ji Bo Nûçegihanan, Atolyeya Medyaya Nû” û 16-25ê Tîrmehê “Ji Bo Rojnamegeran Atolyeya Nûçegihaniyê” pêk anîne.
Wêne: Murat Bayram/bianet
Edîtorên bianet kurdîyê, Murat Bayram û Ferid Demirel di bernameyê de ders dan. Ji ber nebûna cî tenê 20 kontenjan hatibûn vekirin.
Ferid Demirel li ser diroka rojnamegeriya kurdî axivî(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Guherîn û Geşbûna Medyaya Kurdî, Dîroka Nûçegihaniya Kurdî, Zimanê Medyaya Kurdî, Wergerandina Nûçeyên Tirkî Bo Kurdî mijarên dersên vê bernamyê bûn. Ji bo rojnamegerî û nûçegîhanîyê atolyeyeke kurt lê têr û tije bû.
Murat Bayram li ser nivîsîn û wergerandina nûçeyên kurdî axivî(Wêne: Vahdet Uçar)
Bernameya dersan jî wiha bû:
Beriya nîvro
Saet: 10.00-11.00 Destpêk û dîroka rojnamegeriya kurdî/kurdan (ji serdema osmaniyan heta salên 1980)
Saet: 11.00-12.00 Dîroka rojnamegeriya kurdî/kurdan (ji salên 1980î heta roja me)
Saet: 12.00-13.00 navbera nîvro
Piştî nîvro
Saet: 13.00-14.00 Pîvanên giştî yên rojnamegeriyê û rojnamegeriya kurdî
Saet:14.00-15.00 Mînakên nivîsîn û wergerandina nûçeyên kurdî
Saet: 15.00-16.00 Serrastkirin, nivîsîn û wergerandin
Li AtolyeBiayê bername û atolye xilas nabin, Xeleka piştî vê atolyeya borî “Atolyeya Wênegiriya Nûçeyan” e ku dê 7-8-9ê Îlonê bê pêkanîn.
(VU/MB)