Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA dê 4-5ê Gulanê, li Stenbolê Kargeha Ewlehiya Dîjîtal pêk bîne. Hûn dikarin heta 29ê Nîsana 2019ê serî lê bidin.
Atolyeyên nûçegihaniyê yên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ji rojnamegerên kar dikin û yên karê wan ji destê wan hatiye standin, xwendevanên rojnamegeriyê, beşa radyo û sînemayê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên peywendîdar re vekirî ne.
Mijarên kargehê ev in: Ewlehiya dîjîtal tê çi wateyê, divê em ji bo çi hişyar bin? Dê behsa wê yekê bê kirin ka em li cihê xwe ya karkirin bi kîjan rêbazan dikarin xwe biparêzin.
Dersdarên atolyeyê Alp Tokerê teknolojîst û aktîvîsta mafên dîjîtal Işik Mater in.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Ji bo pirsan hûn dikarin ji bo vê e-posteyê binivîsin: [email protected]
Ji bo beşdaran lîsteya nivîsên xwendinê dê bê şandin. Herweha hûn dikarin pirtûkxaneya biayê jî bi vê dûvelankê bibînin.
*** Di dawiya kargehê de ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**** Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
(SO/MB)