Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerê HDPê yê Mêrdînê Alî Atalan ku ew bi xwe jî êzidî ye îro ku duyemîn salvegera Komkujiya Êzidiyan e li meclisê axaftin kir.
Alî Atalan pêşnîyara qanûnçêkirinê kir ku 3ê Tebaxê bibe Roja Bîranîna Qirkirina Şengal-Êzidiyan. Her wiha Parlementera HDPê ya Amedê Feleknaz Uca ku ew jî êzidî ye, bi pêşnûmeyeke ku da meclisê ve xwest ku rewşa êzidiyan were lêkolînkirin.
‘Ez jî weke êzidiyeke ku hatime koçkirin...’
Alî Atalan di axaftina xwe ya li meclisê kir de got ku Tirkiyeyê qirkirina ku li Şengalê hatiye kirin û jî bi awayekî fermî şermezar nekiriye û hêjî bo nêzî 2000 hêzar êzidiyên li Amedê re statuya penaberiyê nehatiye dayîn.
Atalan wiha got: ‘Êzdiyatî di dîrokê de li Mezopotamyayê ji Xaneqînê heta Efrînê, ji Şengalê heta Qersê û Urmiyeyê ji hêla bi milyonan kesan ve hatiye qebûlkirin. Lêbelê îro hejmara bawermendên vê olê ji milyonek kêmtir e û li Tirkiyeyê jî ketiye bin 50 hezarê.’
‘Welatiyên êzidî bi zêdeyî li Êlih, Amed, Mêrdîn û Rihayê dijîn. Ew polîtîkayên asîmîlasyonê ku li dijî wan tên meşandin, ji sedema Osmaniyan dest pê kiriye û piştî avakirina komarê jî her tim bi fiîlî berdewam kirine. Axa wan ji destê wan hat sitandin û baweriya wan weke tine hat hesibandin.’
‘Divê şertên ji bo vegerînên welêt were pêkanîn’
Atalan wiha dewam kir: ‘Ez jî yek ji wan êzidiyan im ku wexteke ez jî mecbûr hatim hiştim ku koç bikim. Îro ez li meclisê me û armanca min jî ew e ku bi we re balê bikişînim ser wan polîtîkayên ferqmeyiliyê û bi awayekî hevparî piştgiriyê bidim bo demokratîkbûyîna vê welatê.’
Alî Atalay di axavtina xwe de got ku gelek malbatên êzidî dixwazin ku vegerin axa xwe û ji bo vê yekê jî dixwazin ku ji bo pêkanîna vê yekê pêwistiyên qanûnî bên çêkirin û wiha got:
‘Yanê pêwist e ku baweriya êzdiyan bi awayekî fermî were naskirin, şertên ji bo îbadetkirina wan were pêkanîn, biryar bê girtin ku cih û mekanên wan ên pîroz û dîrokî werin parastin û tehrîpkirina gundên êzdiyan were tespîtkirin.’
(NV/YO)