Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat ragihadin ku Artêşa Sûriyeyê li taxên Şêx Seîd, El Şahidîn, Kerîm El Efendî, Kerîm El Dada û Salihînê, hêzên mixalif têk birine.
Li gor nûçeya Sputnîk Newsê Artêşa Sûriyeyê ji sedî 95ê Helebê kontrol kir.
Li gor daxuyaniyên fermî “cihên di destên mixalifan de mayîn ji 10 kîlometreyên çargoşe hindiktir e.”
Li gor Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 24 sietên paşiyê de 728 serhildêran çekên xwe danîne.
Rûsyayê eşkere kir ku di hevdîtinên digel Amerîkayê yên li Ceneveyê de ti biryarên hevpar nehatine dayin. (YY/MB)