Arteşa İsrailê di 24 saeten dawin de li bakure Şerieya Rojava ya ku dagirkirî ye, di serdegirtinan de girtiyên berê jî di nav de 20 Filistînî desteser kirin.
Di daxuyaniya Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê de hatiye diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bajarên Tulkerîm û Tubasê yên ku li bakurê Şerîeya Rojava ye êrîşên xwe didomînin û Filistînî li wan bajaran desteser kirin.
Derbarê kesên hatin desteserkirin de agahiyên berfireh nehatin dayîn.
Li gor nûçeya AAye, li Cenina ku êrişên İsrailê lê zêde bûne jî, gelek kes hatine desteserkirin, lêbelê hejmara wan kesan nehatiye piştrastkirin.
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê di serdegirtinan de muameleya xerab li malbatên Filistînî kirine û li herêmên ku Filistînî lê dijîn zirar dane mal û binesaziya wan.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê de, ku ji 21ê Kanûnê ve berdewam dikin, 25 kes mirine û gelek avahî jî hilweşiyan.
(EMK/AY)