Helbestvan Arjen Arî di salvegera xwe ya 10em a koça dawî de wê li ser gora wî bê bibîranîn.
Bernameya yadkirinê wê roja 30ê Tîrmehê, di navbera saet 15.00 û 17.00ê de li Amedê, li Goristana Yenîkoyê pêk bê.
Weşanxaneya Sorê ya ku pirtûkên Arjen Ariyî weşandine û li ser navê wî pêşbirka helbestan saz dike, tevî malbata Arjen Ariyî bernameyê saz dike.
Di bernameyê de wê li ser navê malbata Ariyî xwişka Arjen Ariyî Necla Akay û li ser navê Weşanxaneya Sorê Reşo Ronahî biaxivin.
Derbarê Arjen Ariyî de
Arjen Arî di 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê jidayik bûye. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê, Beşa Zimanê Tirkî qedandiye. Cara peşî di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyane. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kiriye. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hatiye girtin. Wê demê polisan dest danîne ser helbestên wî yên kurdî û tirkî. Qasî hefteyekê di girtîgehê de maye.
Piştî 12ê îlonê ew li welêt maye, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatine weşandin. Di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî bûye û ew birîndar birine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê bicih bûye. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê di 30ê Cotmeha 2012an de çûye ser dilovaniya xwe. (FD)