Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li Qeterê di beşa penaltiyan de Fransa têk bir, tîma fûtbolê ya netewî ya Arjantînê duh (20ê Kanûna Pêşiyê) vegeriyaye welatê xwe. Bi deh hezaran kesî tîma ji Mondiyala FIFAyê ya 20222yê vegeriyaye, pêşwazî kiriye.
Arjantînê ji sala 1986ê û vir ve di dîroka Mondiyalê de ev cara sêyem e ku bi ser dikeve. Balafira ku tîma futbolê ya netewî ya Arjantînê tê de bû, li gorî saeta herêmî, saet di 02.24 deqîqeyan de gihîştiye paytext Buenos Airesê. Biryar hatiye standin ku roja sêşemê betlaneya fermî be. Seranserê sêşemê fûtbolîst li bajêr geriyane.
Bi deh hezaran arjantîniyên ku li bendî fûtbolîsta bûn, li kolanên paytextên paytextê kom bûne.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, kaptanê tîmê Lionel Messi dema ji balafirê daketiye, Kûpaya Cîhanê di destê wî de bû. Ji wê gavê û pê de strana bi navê Muchachos (Zarok) a ji bo tîmê hatiye nivîsîn, strîne. Koma ska-punk a arjantînî ya bi navê La Mosca ev stran nivîsiye û tê de behsa Diego Maradonayê dikir.
Futbolîst wê şevê li navenda Federasyona Fûtbolê ya Arjantînê mane û saetên nîvro bi otobisên ber bi Buenos Airesê ve ketine rê. Di navbera herdu cihan de 35 kîlometre heye.
Bi hezaran welatî li ser wê rê yê kêf û şahî li dar xistine lê piştî ku hatiye gotin wê otobis ji navenda bajêr derbas nebe, wan jî berê xwe daye rêya mezin a wesayitan.
Girseyê barîkata polîsan derbas kiriye û ji bo tîma netewî ya serkeftî bibîne rêya wesayitan a mezin a 25ê Gulanê ji çûn û hatinê re girtiye. (AS/FD)