Li ser îdiaya ku şirketa Apple-ê modelên têlefonên xwe yên berê bi qestî giran kiriye, doz lê hat vekirin û şirketê dayîna 500 milyon dolarî li xwe qebûl kiriye. Li gor vê encamê heke xwediyê modelên iPhone 6, 6S, 7 û SEyê bixwazin, şirket wê 25 dolarî bide wan.
Şirketa Apple-ê di sala 2017an da bi hinceta ku "pêşî li ber girtina cîhazên modelên berê bigre", karkirina wan giran kirine û ev yek jî qebûl kiriye. Li ser vê rewşê hin mişteriyên şirketê doz li şirketê vekiriye. Şirketê û parêzerên mişteriyan li hev kiriye û berpirsiyariya girankirina têlefonan qebûl kiriye.
Fîrmaya teknolojiyê ya navdar, piştî ku xetaya xwe qebûl kiriye, bihayê bataryayan 29 dolar erzan kiriye. Lê gelek kesan got ku ew di vê pêvajoyê de mexdûr bûn û bi sedan dolar xerc kirine û têlefonên nû kirîne û parêzerên mişteriyan kirin dewrê.
Şirketa ku navenda wê li Californiayê ye, di vê mijarê da xetaya xwe qebûl nekiribe jî, bi parêzerên mişteriyan ra li hev kiriye. Li gor lihevkirinê şirket soz da ku wê 93 milyon dolar jê yê parêzeran, bi tevahî 500 milyon dolarî bide.
Li gor peymanê mişteriyên ku têlefonên wan ên iPhone 6, 6S, 7 û SE model hene, heke bixwazin wê ji şirketê 25 dolarî bistînin. (FD)
Çavkanî û fotograf: AA