AP û Reuters: DAIŞê êrişa li Ortakoyê girt ser xwe
AP û Reutersê di nûçeyên xwe de ragihandin ku DAIŞê êrişa li Ortakoya Stenbolê girt ser xwe.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
DAIŞê êrişa Ortakoyê ku di encamê de 39 kesan canê xwe ji dest dabû, girt ser xwe.
Ajansên Associated û Reutersê îro di nûçeyên xwe de ragihandin ku DAIŞê daxuyanî daye û êrişa li Reinayê ya li Ortakoya Stenbolê girtiye ser xwe.
Di wê êrişa çekdarî de heta niha 39 kesan canê xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûbûn.
Di nûçeya Reutersê de beşeke ji dauyaniya DAIŞê har ragihandin ku bi vî rengî ye:
“Di çarçoveya çalakiyên DAIŞê yên pîroz ku li hemberî Tirkiyeya parazvanê xirîstiyanan dike de, leşkereke xalîfeyê li ciheke navdar ku Cejna Xirîstiyanan lê dihat pîrozkirin, êriş kiriye.”
(AS/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.