Amerîkayê ji Tirkiyeyê re gotiye: Hûn ne parçeyeka Hêzên Hevpeyman in
Berdevkê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, John Kirbyî daye zanîn ku Tirkiye ne parçeyeka Hêzên Hevpeyman e û gotiye, ‘’divê hemî cîranên Iraqê rêzê li yekparçetiya axa Iraqê bigirin.’’

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, John Kirbyî gotiye: ‘’ Divê hemî cîranên Iraqê rêzê li yekparçetî û serbixwetîya axa Iraqê bigirin.’’
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan duhî li ser Mûsilê gotibû:
‘’Heke serê Iraq û Sûriyeyê ketibe belayê, tedbîr-standin ji her kesan zêde mesûliyeta Tirkiyeyê ye. Ji bo vê yekê jî ne hewce ye ku ji derinan destûr bêne standin, em nadikirin ku destûrê bistînin.’’
‘’Iraq dê biryarên li ser Operasyona Mûsilê bide’’
Li ser pirsekê Kirbiyî diyar kiriye ku Iraq dê biryarên li ser Operasyona Mûsilê bide.
‘’Kampanyaya standina Mûsilê, kampanyayeka Iraqê ye. Hêzên Amerîkayê wek berê dê dîsa piştgiriya kampanyaya Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê bike.’’
(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.