Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Tonerî eşkere kir ku Amerîka piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) dike ku di nav Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê(HDS) de ye.
“Demek dirêj e ku em piştgiriya YPGya di nav HDSyê de dikin ku li Bakurê Sûriyeyê operasyonan dike. Wek me ji berê jî eşkere kir ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û şerê meydanî YPG gelek kêrhatî ye.
“Wan heta niho 6 hezar kîlometre ji destên DAIŞê de derêxistine. Ji 4ê Çiriya Paşiyê ve jî YPGyê 100 gundên li dora Reqqayê ji DAIŞê standine.
“Em li dijî wê fikrê ne ku eşkere dike têkilîyek di navbera PKK û YPGyê de heye. Divê em bi zelalî bibêjin PKK hê jî ji bo me rêxistineka terorî ye. “
Pentagon: Nêzîkî 9 hezar çekdarên DAIŞê hene
Rayedarekê Wezareta Parastina Amerîkayê eşkere kiriye ku 9 hezar çekdarên DAIŞê hene. Li gor nûçeya New York Timesê ew bawer dikin ku rêberê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî hê jî dijî.
“Em nizanin [Bexdadî] li kû ye lê em di wê baweriyê de ne ku ji beriya Operasyona Mûsilê dest pê bike wî terka Mûsilê kiriye.”
(AS/MB)