Amerîka: PYD û YPG ne rêxistinên terorî ne
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê John Kirby, beriya civîna NATOyê li hemberî gotinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan, got ku ew PYDê û YPGê weke rêxistinên terorê nabînin.

Ji bo nûçeya Tirkî
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê John Kirby daxuyand ku nêzikatiya wan ê li hemberî PYD û YPGê de neguheriye.
Di civîna wî ya rojane de ji Berdevkê Wezaretê re ev pirs hate kirin: "Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî diçe Lutkeya NATOyê dibe ku wê Wezîrê Karê Derve John Kerry beşdar bibe. Erdogan armanca xwe ya bingehîn wisa rave dike ku ji serokên beşdarî lûtkeyê dibin re bibêjin YPG û PYD, weke PKK an jî DAIŞê rêxistinên terorê ne. Nêzîkatiya we ji bo vê helwestê çiye?"
'Naxwazim ku gotinên min bikeve rojeva civîna li Varşovayê. Lê li hemberî çalakiyên PKKê mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze. Em dîsa jî bangî PKKê dikin ku bila çalakiyên xwe bi dawî bikin û ji bo muzakereyan vegerin ser maseyê. Derbarê nêzikatiya me ya li hemberî PYD û YPGê de ti gehertineke nîn e. Em wan weke rêxistinên terorî nabînin.
(EA/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.