Amerîka dê bi hejmareka sînorkirî vîzeyê bide welatiyên Tirkiyeyê
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) eşkere kir: Tirkiyeyê ew piştrast kiriye ku Tirkiye dê pêvajoya hiqûqî ji bo xebatkarên berpirsiyarîyên Amerîkayê neke. Tirkiyeyê ev yek red kir.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) eşkere kir: Tirkiyeyê ew piştrast kiriye ku Tirkiye dê lêpirsînan ji bo xebatkarên berpirsiyarîyên Amerîkayê neke. Tirkiyeyê ev yek red kir.
Balyozxaneya Amerîkayê eşkere kir:
“Piştî ku Tirkiyeyê ji bo destpêkê [balyozxane] piştrast kirî, balyozxane dê bi hejmareka sînorkirî dest bi dayina vîzeyan bike.”
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtona Amerîkayê eşkere kir ku gavên erênî ji bo dayina vîzeyan hatine avêtin lê balyozxaneyê red kir ku Tirkiyeyê Amerîka ji bo lêpirsînnekirinê piştrast kiriye.
Balyozxaneya Tirkiyeyê eşkere kir Tirkiye dewleteka hiqûqê ye û çênabe midaxeleyî dosyeyên ji bo lêpirsînan hatî destpêkirin.(EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.