Amedsporê bi 3 golan Kocaelispor têk bir
Amedsporê Kocaelispor 3-0 têk bir.

Amedsporê piştî sê maçan serkeftina xwe ya destpêkê bi sê golan wergirt.
Amedspor û Kocaelispor şeva borî li Rihayê hatin pêşberî hev.
Di maçê de listîkvanên Kocaelisporê Gokhan Degîrmencî û Muharrem Cînan di beşa yekem a maçê de bi karta sor ceza stendin û ji lîstikê hatin derxistin.
Listîkvanên Amedsporê Oktay Aydin di xuleka 32yan de gola yekem û Adama Traore jî di xulekên 62 û 86an da golên duyem û sêyêm ên avêtin.
Bi vî awayî Amedsporê Kocaelîspor 3-0 têk bir û serketina xwe ya destpêkê bi dest xist.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.