Qedexeya bikaranîna wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di civîn û xwepêşandanên li eyaleta Bakurê Ren Vestfalyayê ya Almanyayê (KRV) de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pesendkirin.
Li gor nûçeya AAyê; Dadgeha Îdarî ya Bilind a KRVyê, îtîraza biryara qedexekirinê ya ku Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê di Çiriya Paşiya 2017an de dabû, "ji ber ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de cih digire û li Almanyayê xebatên qedexekirinê lê hatiye girtin”, red kir.
Bi vî awayî Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Eyaleta Dusseldorfê ya qedexekirina bikaranîna wêneyên Ocalan di civîn û xwepêşandanan de pejirand.
Lê belê hat diyarkirin ku ev biryara Dadgeha Îdareya Bilind a KRVê ne biryara dawî ye û dikare li Dadgeha Îdarî ya Federal were îtirazkirin.
(RT/AY)