Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hukumeta Almanyayê bersiv daye pirsîyarnameya Martîn Hess, Parlamenterê Partiya AFDyê ya têkildarî îslamîstên tûndkar yên li wî welatî.
Hukumeta Almanyayê di bersiva pirsnameyê de gotiye wan îsal ji meha Kanûna Paşiyê heta nîvê meha Kanûna Peşiyê 18 îslamîstên tûndkar ku weke “metirsîdar” pênase,kirine dersînorê welatên cûda kirine. Her weha hukumetê ragihandiye ku di heman demê de wan 5 piştevanê terore jî ji Almanyayê şandine.
Hukumeta Almanyayê diyar kiriye ku ji kesên ku di kategoriya metirsîdariyê de ne jê 5 şandine Rûsyayê, 4 şandine Tirkiyeyê û 2 jî şandine Bosna Hersekê.
Ji wan heftên din jî dersînorê Cezayîr, Kuveyt, Pakistan, Somalî, Tacikistan, İraq û Iranê kiriye.(PT/AY)