Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fransa û Almanya, ji ber çalakiyên Tirkiyeyê yên Rojhilatê Derya Spî Tirkiyê bi “Yekitiya Ewropayê(YE) têk dide û vê didomîne” tawanbar kiriye.
Her du welatan 2 hefte dem daye Tirkiyeyê da ku helwesta xwe zelal bike.
Li gorî nûçeya Reutersê ya ku BBC Tirkîyê jê girtiye û belav kiriye, Jean Yves Le Drian, Wezîrê Karên Derveyî yê Fransayê Tirkiye bi “di nav çalakiyên provakatîf de ye” tawanbar kiriye, Heîko Mass, Wezîrê Karên Derveyî yê Almanyayê jî gotiye, “nayê qebûlkirin” Tirkiyeyê Orûç Reîs dîsan şandiye Rojhilatê Derya Spî.
Le Drian: YE amadeye hevsengiya hêzê biguhere
Jean Yves Le Drian, Wezîrê Karên Derveyî yê Fransayê diyar kiriye û gotiye, “Li gorî me, aşkere ye ku Tirkiye bi berdewamî di nav çalakîyên provakatîf de ye. Ev nayê qebûlkirin”
Le Draîn derbarê mijara Rojhilatê Derya Spî de jî destnîşan kiriye, ku gog êdî li Enqereyê ye, ger Tirkiye rêya dîyalogê hilnebijire wê YE amadeye hevsengiya hêzê biguhere.
Tirkiye tekane welate ku ji bo agirbesta Qerebaxê banga rêzgirtinê nekiriye
Drainî derbarê şerê Qerebaxê de helwesta Tirkiyeyê rexne kiriye û gotiye, “Li herêmê wê serkeftinek leşkeri çênebe. Divê agirbest were pêkanîn. Em îro dibinin ku Tirkiye tekane welate ku ji bo agirbesta Qerebaxê banga rêzgirtinê nekiriye, ev jî zirarê dide pêvajoyê.
Maas: Ji bo biryara sepanên cezayî em ê hefteyek rawestin
Heîko Mass, Wezîrê Karên Derveyî yê Almanyayê jî diyar kiriye, “nayê qebûlkirin” Tirkiyeyê Orûç Reîs, keştiya lêkolînên sîsmîk dîsan şandiye Rojhilatê Derya Spî.
Massî destnîşan kiriye, ji bo sepanên cezayî em hefteyek rawestin û weha gotiye:
“Du car, mijara sepanên cezayî di rojevê de bû lê ev pêk nehat. Em nizanin têkildarî mijarê wê kengî civîn çêbibe. Divê ka em binêrin di nava hefteyekî de pêşkevtin çêdibe an na. Piştre em ê bibinin YE helwesteke çawa digirin.(EKN/AY)