Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan duh lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoya Îranê kir.
Cîgirê Serokomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku hefteyek berê ji aliyê Pezeşkiyan ve hatibû tayînkirin, weke bertek ji peywira xwe îstîfa kir.
Zerîf, têkildarî îstîfaya xwe li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got:
“Min her tim got ku bijartina endamên hikûmetê mafê serok e, deste û komîteyên rêveberiyê lijneyên şêwirmendiyê ne. Ji bo ku firsenda vê tecrûbeya nû dane min, spasiya wan dikim. Bêguman bi encamên xebatên xwe xweş nînim.”
“Hêj jî cîgirên ku kêmasiyên heyî temam bikin hene. Tecrûbeya min a ewil bû û gelek kêmasî hebûn. Ji tevahiya xelkê Îranê lêborînê dixwazim. Hinek kesan ez weke kesekê hêrsok dîtim lê li gorî min di 12 salan de min pir sebir kir.”