Alîkarê Serokê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) Îbrahîm Uslu ji wezîfeya xwe ya li saziyê îstifa kir û derbasî Wezareta Çand û Geştiyariyê bû.
Usluyê ku Şêwirmendê Wezaretê ye bi wesaîta saziyê çûbû xwe xişkirinê, xezûrê xwe li Şaredariya Aksarayê kiribû karmend û li RTUKê wek ajokarê saziyê dida xebitandin. Her weha ji bo Merve Dizdar a ku di Festîvala Fîlman a Cannesê da Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Jinan wergirtibû de daxuyanî dabû û gotibû, "Ji bo xelatgirtina kesên ku hurmeta welatê xwe nagirin tiştekî pîrozkirinê tune ye". Uslu bi van mijaran bûbû rojev.
Îbrahîm Uslu di sala 2007an de li RTUKê wek alîkarê pispor dest bi kar kir; Wî di postên wekî pispor, koordînator û şêwirmendiyê de wezîfe girt. Ji Çiriya Paşiya 2019an vir ve Cîgirê Serokê Desteya Bilind bû.
(HA/AY)