Ebû Xaldunê alîkarê Ebubekir Bexdadiyê serokê DEIŞê li Kerkûkê hatiye girtin. Serokê DAIŞê Ebubekirê Bexdadî jî hatibû kuştin.
Di daxuyaniya Hucreya Medyaya Ewlekriyê ya artêşa Iraqê da hatiye diyarkirin ku li ser îxbara hat hildan polêsan operasyon birin ser maleke li Hewiceya navçeya Kerkûkê, di operasyonê da Ebû Xaldunê alîkarê Bexdadî hat derdestkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Ebû Xaldunê bi nasnameya sexte ya li ser navê Şelan Ubeyd digeriya hem alîkariya Bexdadî kiriye hem jî wezifeya "amirtiya eskerî" ya wîlayeta Selaheddînê kiriye.
Ebûbekir Bexdadiyê serkeşê DEIŞê cotmeha borî li Îdliba bajarê Sûriyeyê di operasyonê da hatibû kuştin.
Meqamên fermî yên Iraqê di daxuyaniya 2017an da diyar kiribû ku erdê welêt ji DEAŞê hat xilaskirin. Rêxistina terorê ya şaxên wê yên veşartî hene li wîlayetên Selaheddîn, Kerkûk û Diyalayê carcaran êrîşên terorê dike.
(MB)
*Çavkanî: Haydar Şahin