Alîkara Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hat desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya ku li dijî Şaredariya Beykozê hatiye destpêkirin de, ji bo Alîkara Şaredar Fîdan Gulê bi îdiaya ku "Di îhaleyê de gendeltî kiriye" û "ji bo pêkanîna sûc rêxistin ava kiriye, endama rêxistinê ye û alîkariya rêxistinê kiriye" biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Beykozê ve tê birêvebirin de, beriya niha Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler jî di nav de 12 kes hatibûn girtin.
Di lêpirsînê de hat îdiakirin ku di hin îhaleyên kirîna tiştên ku ji aliyê Rêvebiriya Karûbarên Alîkariya Civakî ya Şaredariya Beykozê ve hatine pêkanîn de bêisûlî hene. Di vê çarçoveyê de ji bo Fîdan Gulê jî biryara zeftkirin û desteserkirinê hat dayîn.
Ekîbên Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dije Sûcên Malî ya Emniyeta Stenbolê li mal û odeya Fîdan Gulê ya li şaredariyê lêgerîn pêk anîn.
Hate hînbûn ku Fîdan Gul dema Ekrem Îmamoglû Şaredarê Beylikduzuyê bûye weke Rêvebira Çand û Werzişê wezîfedar bû.
(EMK/AY)