Alîgirên Mûqteda es-Sadrî ketine "Herêma Kesk" û bi ser Parlamentoyê de girtiye
Piştî ku koalîsyona partiyên alîgirên Îranê ya bi navê "Derdora Koordînasyonê" endamekî xwe kiriye namzetê Serokwezîriyê, alîgirên Serokê Şîiyan Mûqteda es-Sadrî, xalên ewlehiya zêde derbas kirine, ketine "Herêma Kesk" û Parlamento dagir kirine.

Fotograf: Al Jazeera
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alîgirên Muqteda es-Sadrî, roja Çarşemê, xalên ewlehiya zêde ya "Herêma Kesk" derbas kirine û ketine Parlamentoya Iraqê. Avahiyên hikûmetê û mîsyonên dîplomatîk li vê herêmê ne.
Di dema xwenîşandanê de ti parlamenter li Parlamentoyê nebûn û ji ber xweşbîniya hêzên ewlehiyê, bi hêsanî ketine nava avahiyê.
Xwepêşander qebûl nakin ku kevnewezîr û kevnewaliyê eyaletê, Mûhammed Şîî el Sûdanî bibe namzetê serokwezîriyê. Koalîsyona partiyên alîgirê Îranê ya bi navê "Derdora Koordînasyonê" el-Sûdanî weke namzet pêşkêş kiriye.
Serokwezîr Mistefa Kazimî ji bo "demildest ji Herêma Kesk" derkevin, bang li xwepêşanderan kiriye. (AEK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.