Alîgirên Amedsporê yên ku duh ji ber rengên formayên wan li ber stadê hatibûn desteserkirin, serbest bûn.
Tîma Amedspor û Fatîh Karagumruk Sporê duh li Stada Olîmpiyatê ya Stenbolê maça ewil a Lîga 1emîn kirin.
Amedsporê ji deplasmanê pûanek bi dest xist
12 Tebax 2024
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê beriya ku maç dest pê bike li ber stadê alîgirên Amedsporê bi hinceta ku formayên kesk û sor û zer li xwe kirine, hatibûn desteserkirin.
Piştî ku li Emniyetê îfadeyên alîgirên Amedsporê hatin wergirtin, serbest bûn.