Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Sîlîvriyê, navçeya Stenbolê, Alî Koçê 15 salî ji teqeba 6ê ya înşaatekê ketiye û miriye. Alî Koç ji Gundê Sevîndîkê yê Payîzava, navçeya Wanê ji bo kar hatiye Stenbolê û li wê înşaatê kar dikir.
Ji ber ku zarokekî temenê wî di jêr 18ê re ye daye xebitandin, mihendîs Mûstafa A. desteser bûye û ew şandine edliyeyê.
Di 25ê Tebaxa 2022yê de zarokekî 14 salî li Kîlîsê, ji înşaatekê ketiye û bi giranî birîndar bûye ku li wê înşaatê kar dikir.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) de meha Hezîrana 2022yê de raporek weşandibû û tê de gotibû ku di neh salan de 57 zarokên di karên înşaatê û çêkirina rêyan de dixebitîn, mirine.
Li gorî Meclîsê zarokan di van beşan de kar dikirin:
"316 zarok karê çandinî û daristanan (213 karker û 103 cotkar); 57 zarok di karê înşaat û çêkirina rêan de; 37 zarok di karê metalê de; 27 zarok di karê şahî û xizmetguzariya betlaneyan de; 22 zarok di karê bazirganiyê de; 18 zarok di karê xurekan de; 18 zarok di karên cemawerî de; 16 zarok di karê tekstîl û çerman de; 11 zarok di karê barhilgirtinê de; 9 zarok di karê kîmya û lastîkan de; 9 zarok di karê dar û kaxizan de; 3 zarok di karê çîmento, erd, caman de; 3 zarok di karê enerjiyê de; zarokek di karê madenan de; zarokek di karê ragihandinê de; zarokek di karê tenduristiyê de; çar zarok di karên ku beşên wan nayên zanîn de mirine." (AÖ/FD)