Hunermend Alî Înanirî di salvegera darvekirina Seyît Rizayî û hevalên wî de stranek weşand.
Navê stranê “Heywax Bo” ye û ji ber helbesta Uşenê Qeremanê ango Mehmet Çetînî ve hatiye girtin.
Alî Înanirî bi xwe besteya wê çêkiriye û muzîk jê re amade kiriye. Înan Tatî jî stran aranje kiriye.
Stran bu kurdiya kirmancî ye û yek ji stranên albûma nû ya Alî Înanirî ye ku tê de stranên kurmancî, kirmancî û ermenkî hene.
Seyît Riza û hevalên wî di 15ê Çiriya Paşiyê ya sala 1937an de li Qada Genim a Elezîzê hatin darvekirin. 86 sal di ser bûyera darvekirina wan re boriye.
Piştî darvekirinên wan, cenaze nedan malbatan û li cihekî nepen hate veşartin. Rayedarên dewletê heta niha derbarê goran de tiştek aşkere nekiriye. (FD)