Na Çand û Huner dê li Izmîrê 24ê vê mehê bernameyeka bi navê “feylesofî û rola wê ya di civakê de û feylesofîya kurdî” pêk bîne.
Di bernameyê de civaknas, Alî Gurdilî dê biaxive. Bername dê li Na Kultur Sanat Cafeyê siet 16:00ê dest pê bike.
Alî Gurdilî
Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980î de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê deh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite.
Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovarên weke Kovara W, Kovara Felsefevan, Tîroj, Kovara Ajda û Kovara Xwenas de hatine çapkirin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malpera Felsefevan e û di malpera Netkurdê de qunciknivîskarî dikir.
Berhem
Dengê Felsefeyê, Weşanên Doz, rêbendan 2006.
Rewîtiyeke Zanistî, Weşanên Doz, gulan 2007.
Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’, Weşanxaneya Evrenselê, Stenbol, avrêl 2015.
Destpêka Felsefeyê, Weşanên Soran, Berlîn, 2015.
Antolojiya Feylesofan I, Weşanên Soran, Berlîn, 2015.
(MB)
*Biografî: Wikipedia
Wêne: Twitter