Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan ji beriya pênc rojan Alî Ergîn Demîrhanê edîtorê sendika.orgê desteser kiribû. Ergîn piştî pênc rojên desteserkirinê îro serbest bû.
Çi bûbû?
Polîsan bi tometa “hewildana ji bo nemeşrûdîtina encamên referandûmê” edîtorê sendika.orgê, Alî Ergîn desteser kir.
Polîsan siet 05.45ê sibeyê bi ser ofîsa sendika.orgê de girt û dest danî ser kompîter û telefona wî.
Demîrhanî li ser Twîtterê da zanîn ku ew hatiye desteserkirin.
Demîrhan pênc roj bûn ku li Emniyeta Atişalaniyê ya Esenlera Stenbolê bû.
Sendika.org
Malperek e ku ji sala 2001ê ve weşanê dike. Di sala 2015ê de hat girtin û sebeba vê yekê nehat eşkerekirin. Malperê weşana xwe li ser navê sendika1.org dom kir û her cara hatî girtin reqem guhert. Niho malpera sendika31.org hat girtin û dê weşana xwe li ser sendika32.orgê bidomîne.(EA/MB)
Wêne: Sendika.org