Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan gotiye, "Diyalogeke me û HDPê heye. Dibe ku yên partiyên din jî hebin. Lê diyalog û hevkarî mijarên ji hev cûda ne. Diyalog tê wateya axaftinê. Di maseya 6 aliyî de HDP nîne.”
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan danê êvarê beriya gera Behra Reş duh bi şev (19ê Tîrmehê) bi balafirê çûye Erziromê.
Li Erziromê li navenda Xwekaşkirinê ya Palandokenê beşdarî civîna li otêlekê bûye û bi rêvebiriya partiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan re hevdîtin kiriye.
Babacan di axaftina xwe de rexne li hikûmetê girtiye û gotiye, "Yên ku ji bo têkoşîna xizanî, qedexe û gendeltiyê ketin rê, îro bi wan tê bibîranîn”
“Bi HDPê re diyaloga me heye”
Babacan li ser pirsa têkildarî HDPê weha gotiye:
“"Diyalogeke me û HDPê heye. Dibe ku yên partiyên din jî hebin. Lê diyalog û hevkarî mijarên ji hev cûda ne. Diyalog tê wateya axaftinê. Di maseya 6 aliyî de HDP nîne. Wate tevlî ti civînek nebû”
"Li gorî Destûra Bingehîn a îro, partiyeke siyasî ya ku li gorî qanûnên îro hatiye avakirin û partiyeke ku nûneriya îdiayeke û nasnameyeke dike, divê di sîstema me ya demokratîk de tune neyê hesibandin.”
"Em di maseya şeş aliyî de qadên hevkariyê destnîşan dikin. Em hevkariyê nakin lê bi HDPê re diyalog heye. Qadeke hevkariyê dibe yan nabe, ew mijarên din ên pêşerojê ne. Ji bo min zehmet e ku niha tiştekî bêjim. Lê em diyalogê bi xwe hêja dibînin."(HA/AY)